Yûnan hevkariya pêşmerge dike
di warê zanistî de hevkariya hêzên pêşmerge dike.
Vê carê di warê perwerdehî de hevkarî pêşkêş dike.
Îro li Hewlêrê şandeke Konsulusxaneya Yûnanistanê ya li Hewlêrê serdana wezareta pêşmerge kir û li gel rayedarên wezareta pêşmerge civiya.
Di civînê de behsa gef û êrîşên terorîstên DIŞIê û hevkariyên Yûnanê bo hêzên pêşmerge hate kirin.
Her di heman civînê de şanda Yûnanî diyar kiriye ku berdewam dibe li ser hevkarî kirina hêzên pêşmerge û ji niha û pêde derfetên xwendinê li zanîngehên Yûnanê bo hêzên pêşmerge diafirîne.
Şanda Yûnanî herwiha eşkere kiriye ku berdewam dibin bo afirandina derfetan bo pêşde birina hêzên pêşmerge di warê zanistî û teknolojîkî de.
