• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serkirdeyekî erebê sunnî: Wisa bizanin Hoşyar Zêbarî bûye serkomarê Iraqê

Gulan Media January 14, 2022 Nûçe
Serkirdeyekî erebê sunnî: Wisa bizanin Hoşyar Zêbarî bûye serkomarê Iraqê

Serkirdeyekî erebê sunnî yê Iraqî li ser kandîdbûna Hoşyar Zêbarî bo serkomariya Iraqê dibêje, wisa bizanin Hoşyar Zêbarî bûye serkomarê Iraqê.

Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî duhî bi fermî xwe bo serkomariya Iraqê kandîd kir.

Serkirdeyê erebê sunnî yê Iraqî, Mişan Cibûrî li ser twîttera xwe gotiye, tevahiya endamên tifaqa Sedir û tifaqa Teqedum û PDK dê dengên xwe bidin Hoşyar Zêbarî.

Mişan Cibûrî her wiha gotiye, ew gelekî piştrast e ku Hoşyar Zêbarî dê bibe serkomarê Iraqê û hema wisa bizanin ku ew bûye serkomar jî.

Cibûrî her wiha gotiye, ezê jî dengê xwe bidim Hoşyar Zêbarî.

 

Top