• Wednesday, 25 February 2026
logo

Pirsa Kurd nayê çareser kirin

Gulan Media January 14, 2022 Nûçe
Pirsa Kurd nayê çareser kirin

dibêje eger heye pevçûnên navxweyî derkevin.
Dibêje li Tirkiyeyê egera çareser kirina pirsa Kurd tuneye.

Navenda cîhanî ya qirîzan yaku bi ICG tê nasîn û navenda sereke ya vê li Beljîkayê ye, raportek belav kiriye.

Di raporta xwe de behsa çend qirîz û aloziyên sereke yên li cîhanê de hatiye kirin.

Di beşeke ji vê raportê, behsa rewşa Tirkiye û pirsa Kurd jî hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku jiber siyaseta niha ya rejîma Tirkiyeyê egera çareser kirina pirsa Kurd li Tirkiyeyê gelek lawaze û ev pirsa han nayê çareserkirin.

Di berdewamiya raportê de hatiye diyarkirin ku li Tirkiyeyê neteweperestî zêde dibe lewre eger heye ku rewş li vê welatî gelek aloz bibe û pevçûnên curbicur li vê welatî biqewmin.

Top