• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hevpeymanan rola pêşmerge di operasyona çiyayê Qereçûxê de bilind nirxandin

Hevpeymanan rola pêşmerge di operasyona çiyayê Qereçûxê de bilind nirxandin
Fermandeyekî bilind ê Hevpeymaniya Navnetewî ya şerê dijî DAIŞê de rola hêzên pêşmergeyên Kurdistanê di operasyona çiyayê Qereçûxê de li nêzîk Mexmûr bilind nirxand.

Li gor daxuyaniya Fermandarê Giştî yê hêzên Hevpeymaniya navnetewî James Gerard ragehandî ku, rola pêşmerge û hêzên Iraqî gelek mezin bû û hêza pêşmerge bi wêrek û çavnetirs bi nav kir.

Herwiha ragehand ku, hevpeymaniya navnetewî şanaze bi wê hemahingî û karê hevbeş di navbera hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê de.

Roja Duşemiyê 16.7.2018 hêzên pêşmerge bi hevkariya hzên hevpeymanan operasyonek li dijî çekdarên DAIŞê li Çiyayê Qereçox a nêzîkî Mexmûrê pêk anîn.

Basnews
Top