Berpirsa Amerîkî li gel fermandarên HSD û YPJê civiya
Seroka Komîsyona Azadiya Ol û Baweriyan a Navdewletî ya Amerîkayê Nadine Maenza li gel General Mezlûm Kobanî û Fermandara YPJê Newroz Ehmed civiya.
Seroka Komîsyona Azadiya Ol û Baweriyan a Navdewletî ya Amerîkayê (USCIRF) Nadine Maenza li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî û Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Newroz Ehmed civiya.
Rewşa emnî û astengiyên li ber Rojava
Nadine Maenz li ser hesaba xwe ya Twitterê derbarê civîna li gel General Mezlûm Kobanî û Fermandara YPJê Newroz Ehmed de peyamek belav kir.
Berpirsa Amerîkî tekez kir ku di civînê de rewşa emnî û astengiyên li ber Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û got, “Piştî ku ev herêm ji DAIŞê paqij kirin, rêveberiyek ava kirin ku azadiya olî û wekheviya zayendî diparêze.”
Pirtûka `Keçên Kobanî`
Maenz di dewama peyama xwe de amaje bi wê kir ku wê pêşgotina Pirtûka `Keçên Kobanî` ya Gayle Tzemach Lemmon nivîsand û got, “Newroz Ehmed di `Keçên Kobanî` de cih girt. Ji bo min şanaziyeke mezin bû ku pêşgotinê binivîsim û têkoşîna wan a azadiyê ya li dijî DAIŞê û ji bo wekheviyê, vebêjim.”
Seroka Komîsyona Azadiya Ol û Baweriyan a Navdewletî ya Amerîkayê (USCIRF) Nadine Maenza berî niha li gel Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer jî civiyabû û herdu aliyan rewşa navçeyê û taybet rewşa azadiya olî û pêkvejiyanê ya li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kiribûn.
Serdanên Maenza bo Rojava
Ev çaremîn sedana Nadin Maenza bo Rojavayê Kurdistanê ye. Di vê serdanê de, ji bilî hevdîtinên fermî, serdana gundê Qeremaxê Kobanî kiribû ku, roja 8ê vê mehê, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatibû topbarankirin û di encama topbaranê de kesekî canê xwe ji dest da,12 kesên din jî birîndar bûn û zarokê bi navê Ebdo yê 4 salî lingê xwe ji dest dabû.
