Komîsyon hijmara aliyên beşdar diyar kir
Duh komîsyona bilind ya hilbijartinan hijmara aliyên siyasî yên ku beşdarî di hilbijartinan de dikin diyar kir.
Duh li Hewlêrê komîsyona bilind ya hilbijartin û rapirsiyan ya Kurdistanê bo diyar kirina hijmara ev part û aliyên siyasî yên Kurdistanê yên ku bo beşdarî kirin di hilbijartinên 30 Îlonê de navên xwe tomar kirine, qora kêşa.
Di merasima han de ku nunerê tevahiya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê têde amade bûn, bi rêya qoreyan hijmara aliyên beşdar hat diyar kirin û di vê çarçoveyê de jî hijmara partiya demokrata Kurdistanê bû 183.
