• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pêşwaziya şahane li yarîzanên tîma Fransa

Pêşwaziya şahane li yarîzanên tîma Fransa
Yarîzanên tîma fotbala Fransa îro Duşemî ji Rûsya vegeriyane welatê xwe û ji aliyê xelkê Fransa ve pêşwaziyeke şahane li wan hate kirin.

Fransayê di leyîza fînalê ya kûpaya cîhanî ya 2018 a li Rûsya de, bi encama 4-2 ji tîma Kurwatiya bir û bi wê serkevtinê karî bo cara duyem bibe şampiyon û kûpaya cîhanî bi dest xwe ve bihîne.

Cara ewil, Fransa di sala 1998an de ku bi xwe mêvandariya kûpaya cîhanî dikir, kûpaya cîhanî qezenc kiribû.

Bi sedan hezar ji xelkên Fransa û alîgirên tîma fotbala wî welatî ji doh ve li seanserî wî welatî bi boneya serkevtina tîma xwe ahengan digêrin. Îro jî bi germî û bi awayekê şahane pêşwazî li yarîzanên tîmê kirin.

Rudaw
Top