• Tuesday, 17 February 2026
logo

Civîna Trump û Putîn

Civîna Trump û Putîn
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku dinya dixwaze bibîne ku Amerîka û Rûsya bi hev ra baş derbasiyê bikin û wiha dewam kir, “Weke hûn dizanin ez bi salan e dibêjim; bi Rûsyayê ra derbasiyeke baş tiştekî ne xirab e, tiştekî baş e.”
Trump li Helsînkiya paytextê Fînlandiyayê beriya ku bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ra hevdîtinê bikr wiha got, “Bi rastî jî li gor min dinya dixwaze bibîne ku em bi hev ra derbasiyeke baş dikin.”
Trump diyar kir ku ew nêzî 2 salan e ku serokatiya Amerîkayê dike û wiha dewam kir, “Li gor min di dawiya dawîn da têkiliyên me yên derasayî wê çêbin. Weke hûn dizanin ez bi salan e dibêjim; bi Rûsyayê ra derbasiyeke baş tiştekî ne xirab e, tiştekî baş e.”
Trump diyar kir ku ew ê di civîna îro da ji bazirganiyê heta têkiliyên eskerî li ser gelek mijaran bisekinin, destnîşan kir ku ew ê bi taybetî li ser mijara Çînê bisekinin.
Trump got, “Em wek du welatan di salên dawîn da derbasiyeke pir baş bi hev ra nakin, lê li gor min li pêş me firsendên pir mezin hene.” û wiha dewam kir, “Em du hêzên mezin ên nukleerê ne. Em ê xwediyê ji sedî 90ê nukleerê ne. Ev tiştekî baş nîne, tiştekî xerab e. Ez hêvî dikim ku em di vê mijarê da tiştekî bikin, lewra ev erênî nîne, hêzeke neyênî ye. Ji ber wê yekê em ê di nav mijarên din da li ser vê jî bisekinin.”
Trump dinya li benda encama civînê ye, ew ji bo hevdîtina teybet bi kelecan e û wiha dewam kir: “Gelek pirsên me hemûyan hene û ez hêvî dikim ku em ê bersiva wan bibînin.”
Trump serê sibê jî wiha gotibû: “Ji ber ehmaqî û bêaqiliya Amerîkayê ku bi salan e dewam dike, niha jî ji ber nêçîra cadûyan têkiliyên bi Rûsyayê ra tu car ev qas xerab nebûbûn.”
Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê jî bersiv dabû gotina Trump û li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî gotibû “Em jî wisa difikirin”.

Waar.tv
Top