• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li dijî du parlamenterên HDPê lêpirsîn hat destpêkirin

Li dijî du parlamenterên HDPê lêpirsîn hat destpêkirin
Li dijî du parlamenterên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) lêpirsîn hat destpêkirin.

Dozgeriya bajarê Diyarbekirê, li dijî parlamenterên HDPê û nûnerên Diyarbekirê li parlamentoya Tirkiyê Mûsa Farisogullari û Remziye Tosun lêpirsîn da destpêkirin.

Ew du parlamenterên kurd, bi hêceta ku tevlî merasima veşartina termê gerîlayekî PKKê bûne, rastî lêpirsînê hatine.

Piştî lêpirsînê dê diyar bibe ka ew her du parlamenter bên girtin yan na. Ji bona girtina wan jî destpêkê divê parêzbendiya wan were rakirin.

Basnews
Top