• Tuesday, 17 February 2026
logo

HPG: 8 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

HPG: 8 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKKê ye ragihand ku gerîlayên wan 8 leşkerên Tirkiyê kuştinê.



Navenda Ragihandinê ya HPGê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê 8 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.



Navenda Ragihandinê ya HPGê da zanîn ku roja Yekşemê ji du aliyan ve êrîş birine ser Girê Lêlkan ê navçeya Biradost a ser bi bajarokê Sîdekan û Başûrê Kurdistanê û 8 leşkerên Artêşa Tirkiyê hatine kuştin.



Herwiha radighîne ku topxaneyên Tirkiyê nevçeyên derdora gundê Nosîne û Lêlkan topbaran kirine û di encama topbaranê de zarokekî bi nave Mihemed Marûf canê xwe ji dest daye.

Rudaw
Top