• Tuesday, 17 February 2026
logo

Heta niha 4 kes hatine kuştin

Heta niha 4 kes hatine kuştin
zêdetir ji 128 kes birîndar bûne
Di çarçoveya xwepêşandanên Îraqê de yên ku hefteyeke didomin zêdetir ji 4 xwepêşander hatine kuştin.

Di vê derbarê de jêderêne ewlekarî yên Îraqê diyar kirin ku ji roja yekem ya xwepêşandanên parêzgehên Başûrê Îraqê heta niha herî kêm 4 xwepêşander bi destê hêzênewlekarî hatine kuştin.

Jêderên ewlekarî herwiha behsa vê yekê jî dikin ku zêdetir ji 128 xwepêşander û endamên hêzên polîs û hêzên ewlekarî jî birîndar bûne.

Îro jî weke rojên derbasbûyî li çend parêzgehên Başûrê Îraqê xwepêşandan dom kirin û navend û baregehên çend part û aliyên siyasî yên Îraqê hatin şewtandin û li Necef û Besreyê jî wêneyên rêberên Îranî hatin şewtandin.
Top