Trump: Em bi temamî piştevaniya xelkê Îranê dikin!
Serokê Amerîkayê Donald Trump duh 16.07.2018ê piştî hevdîtina li gel serokê Rûsyayê Vladimir Putin di daxuyaniyeke xwe ya kanal Fox de ragehand: ‘’Dibe ku mana li rêkeftina atomî li gor berjewendiyê Rûsyayê û hin welatên din be, ku li gel Îranê bazirganiyê dikin û jê sûd werdigrin. Lê ew ji bo Amerîkayê û hemû cîhanê ne başbû.’’
Trump amaje bi vê yekê jî kir ku: ‘’Rewşa aborî li Îranê şepirzeye, şoreşê li gelek bajaran serî rakiriye, têkçûna aborî her diçe zêde dibe. Em dervey desthilatê naxwazin ziyan bigehe ti hemwelatiyekê û em sedî sed piştevanê xelkê Îranê dikin.’’
Trump got: ‘’Ew xwepêşandan û nerazîbûnên li Îranê pêkhatin, bê guman dê berfireh bibin û ew xwepêşandan jî wê demê destpê kirin ku dema Amerîkayê xwe ji rêkeftina atomî da paş û jê derket.’’
Basnews
