• Wednesday, 25 February 2026
logo

Rêveberekî Gorran: Her carekî ku YNK ji şîretên Barzanî derdikeve rastî karesatê tê

Gulan Media January 11, 2022 Nûçe
Rêveberekî Gorran: Her carekî ku YNK ji şîretên Barzanî derdikeve rastî karesatê tê

Endamê Civata Giştî yê Tevgera Gorran rexneyên tund li YNKê kirin û bi têkdana yekrêziya kurd li Bexdayê tometbar kir.

Duh 09.01.2022yê civîna Parlamentoya Iraqê birêve çû, lê fraksiyona YNKê bi awayekî ku nehate pêşbînî kirin civîn boykot kir. Li gor gotinên endamê berê yê rêveberiya YNKê Osman Banîmaranî ew helwêst bi dilê Îranê bû.

Vê derbarê de hakim Hemdî Gilî ku berê dadwerê dadgeha leşkerî ya YNKê bû û naha endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran e ji BasNewsê re ragehand: ‘’YNKê birîna 16ê cotmehê kola û ji hemahengiya yekrêziya kurd derket. Mixabin bi daxwaza Îran û fişara derve ew kir û kurd gehande vê rewşê. Me wisa zanî piştî 8ê Tîrmehê dê YNK bikeve ser rêya xwe, lê diyare ew grub naha jî naxwaze kurd yekrêz bin.’’

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran bi aşkera got: ‘’YNK di hevsengiya pirsgirêkên navnetewî de bi dawî bûye û ti pêgehekî dîplomasî di asta cîhanê de ji bo YNKê nemaye û wek grubekî lê tê nêrandin. Pêwîstbû piştî bûyerên derkirina xiyanetkaran, YNK biba YNKyekî nû, lê mixabin nehate kirin.’’

Herwaha got: ‘’Kak Mesûd Barzanî xwedî soz û kiryara xwe bû. YNK her demekî ku ji şîretên Kak Mesûd derdikeve rastî karesatê tê. Rihmê bi xwîna şehîdên xwe nake û her çi tiştek bi serê wan bê ew bixwe jê berpirsin. Mixabin dubare YNKê Kurdistanîbûn parçe kir û ew birîna 16ê cotmehê çêbû û ji nû ve ew birîn kola.’’

Hakim Hemdî Gilî ji BasNewsê re ragehand, di demên dawî yên destpê kirina rûniştina Parlamentoya Iraqê de, Îranê daxwaz ji YNKê kir ji civînê derkevin. Zanyariyên me hebûn YNKê biryar daye heta dawiyê beşdarî civînê bibe.’’

Herwaha got: ‘’YNKê peywira serokomar xist pêş rehma piraniya parlamentoyê û herî dawiyê jî bi vê peywirê jî lîst.’’

 

Basnews

Top