• Tuesday, 17 February 2026
logo

HPG: 16 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG: 16 leşkerên Tirk hatin kuştin
HPG amara çend roj şer û pevçûnan belav kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Colemêrg, Wan, Şirnex, Sêrt, Qers, Bedlîs û Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de 16 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê çalakiyên gerîlayên HPG’ê didome. HPG’ê di daxuyaniya xwe de bang li cerdevanan jî kir û got, “Nebin amûra polîtîkaya qirêj a dewleta Tirk û ligel têkoşîna azadiyê ya gelê xwe bin.”

Top