• Tuesday, 17 February 2026
logo

Enqere: YPG ji Minbicê venekişiyaye

Enqere: YPG ji Minbicê venekişiyaye
Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê agahiyên vekişandina hêzên YPGê yên li Minbicê ragihand, ku ev agahî ji rastiyê dûr û “nepixandî” ne.



Fermandariya Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihand ku grûpa dawî ya şêwirmendên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) piştî bidawîbûna erkên wan, roja 15ê Tîrmehê ji Minbicê vekişiyane.



Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekî diyar kir, ku ew van nûçeyan bi nepixandî dibînin.



Di daxuyaniyê de hate gotin: “Pêvajo hêj berdewam dike. Li xalên li ser riya mûfrezeyan vedikin û herwiha karê avakirina mûfrezeyên hevbeş jî didome. Ji lewra nûçeyên dibêjin PYD/YPG bi temamî ji Minbicê derketine, dûrê rastiyê ne.”



Hêjayê gotinê ye ku YPGê di 3ê Hezîranê de ragihandibû, ku wan beşek ji şêwirmendên xwe ji bajarê Minbicê vekişandine.

Rudaw
Top