Berpirsekî PDKê: Sedî 85ê xelkê Şingalê koçberî herêma Kurdistanê bûne!
Îro 16.07.2018ê Berpirsê baskê Şingalê yê PDKê Qadir Qaçax ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rewşa ewlehiya bajarê Şingal û derdora wê xirabe. Heta naha herçend xelkê Şingalê û rêveberiya rewa ya bajar daxwaza derketina wan jî kiribe, milîsên Heşdî Şeibî û çekdarên PKKê dinava Şingalê de ne.’’
Herwaha got: ‘’Naha heşdî Şeibî rê nade qaymeqam û encûmena rewa ya bajar vegere û wan bixwe îdare û rêveberiyek ne yasayî li bajar pêkanîne.’’
Derbarê koçberên Şingalê de jî got: ‘’Heta naha sedî 85ê xelkê Şingalê li herêma Kurdistanê koçber in û ji ber reftarên Heşdî Şeibî nikarin vegerin ser erdên xwe.’’
Basnews
