• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pêşmerge û Hevpeymanan li dijî DAIŞê operasyon destpêkirin

Pêşmerge û Hevpeymanan li dijî DAIŞê operasyon destpêkirin
Hêzên Pêşmerge bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî li Çiyayê Qereçûxê li dijî çekdarên DAIŞê dest bi operasyonê kir.

Berpirsê Mîhwera Guwêr û Mexmûrê yê Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî ji WAARê re ragihand: “Îro Duşemê (16-07-2018) bi hemahengiya li gel Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞê, operasyonê dest pê kiriye.”

Di çarçoveya operasyonê de heta niha firokeyên Hevpeymanan çend pêgeh û çeperên çekdarên DAIŞê bordûman kirine.

Piştî bidawîbûna serweriya DAIŞê li Iraqê, çend yekîneyên çekdarên vê rêxistinê li bilindahiyên Çiyayê Qereçoxê û hin navçeyên Xurmatû û Diyalayê bicîh bûn. Car bi car di navbera van yekîneyan û Pêşmerge de şer derdikeve.

Beriya niha Sîrwan Barzanî ragihandibû, ku ev komên çekdaran li cihekî nîştecî nînin û tim bi liv û tevger in.

Waar.tv
Top