• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Stenbolê şerê welatiyên Tirkiyê û penaberên Sûrî

Gulan Media January 10, 2022 Nûçe
Li Stenbolê şerê welatiyên Tirkiyê û penaberên Sûrî

Li navçeya Esenyurtê ser bi parêzgeha Stenbolê di navbera welatiyên Tirkiyê û penaberên Sûrî de şer û alozî derket.

Li navçeya Esenyurtê doh bi şev li molekê di navbera welatiyekî Tirkiyê û penaberekî Sûrî de şer û alozî derket û bi beşdariya hinek kesên din bûyer mezin bûn. Welatiyên li cihê bûyerê kom bûn kevir avêtin mola ku dikanên penaberên Sûrî tê de ne.

Hêzên Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê, 7 kes desteserkirin, lê nehatiye ragihandin ka kesên hatine desteserkirin welatiyên Tirkiyê ne an Sûrî ne. Piştî bûyerê hinek welatî li kolanên Esenyurtê bi diruşmên “Evder Tirkiye ye, ne Sûriye ye” meşiyan.

Parêzgariya Stenbolê derbarê bûyerê de got: “Doh bi şev demjimêr 8:20 li nav molê yek jê kesekî biyanî di navbera 2 kesan de pevçûn derketiye. Piştre grûbeke 30-40 kesî kevir avêtine deriyê molê û bi midaxeleya hêzên emnî belav bûne. Ji ber bûyera ku li ser ewlekariya giştî xeterî çêkiriye 4 jê zarok 7 gumanbar hatine desteserkirin û bo girtina kesên din jî xebat berdewam in. Derbarê bûyerê de lêpirsîna edlî hatiye destpêkirin.”

Alîkarê Wezîrê Navxwe û Berdevkê Wezareta Navxwe Ismail Çatakli jî li ser hesabê xwe yê sosyal medyayê got: “Di bûyera Esenyurtê de berpirsên bûyerê hatine desteserkirin.”

Top