Piştî xwepêşandanan Ebadî gav avêt: 3.5 milyar dolar terxan dike
Îro (14-07-2018) danê êvarî li bajarên başûrê Iraqê, Kerbela, Necef û Besrayê xelk rijiyane ser cadeyan û dest bi xwepêşandanê kirin. Wezareta Navxwe ya Iraqê jî amadebaşî ya temamî ragihand.
Piştî xwepêşandanên li van parêzgehan Serokwezîrê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryar da ji bo xizmetguzariyên parêzgeha Besrayê 3 milyar û 500 milyon dînar were terxankirin.
Peyamnêrê Rûdawê li Besrayê Mistefa Goran li Besrayê ragihand, ku xwepêşander ketine nav avahiya Encûmena Parêzgeha Kerbelayê.
Peyamnêrê me da zanîn, ku li Necef, Mîsan û Besrayê jî xwepêşandan tên kirin.
Herwiha peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê Helkeft Ezîz jî ragihand, ku bi armanca piştgiriya xwepêşanderên Besrayê, xelkê Bexdayê jî li Qada Tehrîr kom bûne û nêzîkî 3 demjimêran xwepêşdandan kirine.
Li gorî gotina peyamnêrê me li hemû kolan û cadeyên Bexdayê leşker hatine bicîhkirin da ku pêşiya berfirehbûna çalakiyan bigrin.
Rudaw
