• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li navçeyek Kirmaşanê erdhejek pêkhat!

Li navçeyek Kirmaşanê erdhejek pêkhat!
Îro 15.07.2018ê berî nîvro li bajarê Tazawa ku navenda qeza Selasî Bawecan a ser bi parêzgeha Kirmaşanê ye û erdhejek pêkhat û li bajar û bajarokê derdorê jî hest bi wê hejandinê hate kirin.

Çapemeniya fermî ya Îranê di vê derbarê de belav kir îro demjimêr 11:41ê de bi dema Îranê erdhejek bi hêza 4.6 û 8 kîlometre bin erdê de li bajarê Tazawa ku navenda qeza Selasî Bawecanî ye pêkhat.

Li gor zanyariyên berdest erdhej li bajarên Şahabad, Serpêlzehaw, Pawe, Ciwanro, Gêlan a rojava û Kirdin jî hatiye hest kirin û bûye sedemê tirsê.

Derbarê ziyanên erdehejê yên madî û giyanî de heta naha ti hûrgiliyek û zanyariyek nehatiya belav kirin.

Basnwes
Top