14 serkirdeyên cîhanê di yariya dawiyê de ya Mondiala 2018 amade dibin
Krimîlê da zanîn, ji bilî Serokê Fransayê Emmanuel Macorn û Seroka Krwatyayê President of Croatia Kolinda Grabar-Kitarovic, Emîrê Qerterê, Serokê Sudanê, Serokê Filestînê û hejmarek ji serok û serokwezîrên welatên Yekîtiya Sovyêt a berê, ji bo yariya dawiyê ya Mondiala Rûsyayê amade dibin.
Biryar e sibe demjimêr 17:00 yariya dawiyê ya Mondiala 2018an li yarîgeha Luzhniki ya Moskoyê di navbera Krwatiya û Fransayê de birêve biçe.
Çapa 21emîn ya Cama Cîhanê a Topapê (Mondiala 2018) li Rûsyayê bi yariya Rûsya û Siûdiye li Moskoyê roja 14ê Hezîranê li heman yarîgeha Luzhniki dest pê kiribû.
Basnews
