Ilham Ehmed: Li Tebqayê danûstandin bi rejîmê re hene
Di daxûyaniyeke rojnamevanî de Îlham Ehmed - Hevseroka Civata Sûriya Demokrat ragihandiye, ji bo çareserkirina pirsgirêka digel rejîma Sûriyê, naxwazin bijardeya serbazî bikar bînin, lê dixwazin bi danûstandinan hemû pirsgirêkan çareser bikin.
Îlham Ehmed got jî, samanên siruştî mulkê hemû xelkê Sûriyê ye, û danûstandin ji bo birêvebirina bendava Tebqayê, di navbeyna rejîma Sûriyê û berpirsên Civata Sivîl a Tebqayê de hene.
K24
