Xwepêşanderên Besra bendera Um Qesir kontrol kirin
Nûçegihanê Kurdistan24ê li bajarê Besra ragihand, ku xwepêşanderan riya serekî ya benderê girtin û rê li ber çûnûhatina kemyonan û derketina fermanberên benderê jî girtin.
Hevdem li gorî zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê, îro deriyê Sefwan yê sînorî di navbera Iraq û Kiwêtê de hat girtin.
Li nêzîkî zeviyê petrola Mecnûn, xwepêşandanên nerazîbûnê destpê kirine.
Li Bexdayê jî amadekariyên xwepêşandaneke berfireh tên kirin, ku biryar e îro demjimêr 6ê êvarî destpê bike.
Hêzên emnî li Bexda ketinê amadebaşiyê de û rêkarên pêwîst stendine, daku parastina dezgehên dewletê bikin.
Çaverê ye xwepêşander berê xwe bidin Navçeya Kesk, daku nerazîbûna xwe li ser nebûna xizmetkariyan bidin xuyakirin.
Xwepêşandana Bexdayê, hevdem e li gel xwepêşandanên nerazîbûnê li parêzgehên başûrê Iraq, ku ev 6 roj in, xelkên parêzgehên Besra, Necef, Zîqar, Mîsan, Wasit û Kerbela bi riya xwepêşandanan daxwaza peydakirina derfetên kar, xizmetkariyan ji av û karebê dikin.
K24
