• Tuesday, 17 February 2026
logo

DAIŞê dest danî ser navçeyeke xwedî petrol!

DAIŞê dest danî ser navçeyeke xwedî petrol!
Rêxistina terorîst a DAIŞê dest li ser navçeyek xwedî petrol de girt û balefirên şer ên hêzên hevpeymana navnetewî ya li dijî DAIŞê jî binkeyek DAIŞê bombebaran kirin.

Li gor nûçeya malpera Sky News îro 14.07.2018ê çekdarên DAIŞê êrîşek tund kirin ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê yên nêzîk gundê Hecîn ê parêzgeha Dêrezorê.

Li gor zanyariyên ku hatin belav kirin, çekdarên DAIŞê dest danîne ser bîra nefte ya Subeyhan a derdora gund û warên Dêrezorê.

Ev êrîşa DAIŞê piştî bombebarana balefirên şer ên hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê, li hin binkeyên wan ên li navçeyên Suse û Baxozî ya jorîn a nêzîk sînorê Iraqê pêkhat.

Hat ragehandin ji ber wê bombebarana roja 12.07.2018ê hate kirin, 54 çekdarên wê rêxistina terorîst hatin kuştin.

Basnews
Top