PDKê serokê encûmena serkirdetiya Silêmaniyê guhert
Arif Teyfûr ji Rûdawê re ragihand ku fermana destbikarkirinê weke serokê nû yê Encûmena Serkirdetiya PDKê derketiye û li benda polîtburoyê ye daku vê hefteyê dest bi karê xwe bike.
Roja 24-05-2016an Endamê Serkirdetiya PDKê Edhem Barzanî weke Serokê Encûmena Serkirdetiya PDKê li Silêmanî û Helebceyê dest bi kar kiribû, di çarçoveya guhertinên navxweyî yên PDKê de, ev berpirsyarî ji Edhem Barzanî hat wergirtin û ji Arif Teyfûr re hat dayîn.
Roja 07-07-2018an Encûmena Serkirdetiya PDKê civiya û biryar da ku Arif Teyfûr ji pileya endamtiya serkirdetiyê bo endamtiya polîtburoyê were bilindkirin.
Rudaw
