Li Silêmaniyê li gor encamên nû PDKê dengên xwe gelek zêde kirine
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, li bajarê Silêamaniyê yê Herêma Kurdistanê bi hejmartina dengan a bidest Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) ku weke partiya yekem ratibû ragihandin dikeve rêza duyem.
Piştî ku deng bi dest tên hejmartin tê dîtin ku hejmareke zêde ya dengên Partiya Demorkat a Kurdistanê (PDK) hatine dizîn.
Di hejmartina bidest a di 119 sindoqan de PDK li Silêamnaiyê di rêza sêym de ye û Goran jî weke partiya yekem xuya dike.
Li gor encamên nû yên li Silêmaniyê Goran 1, YNK 2, PDK 3, Nifşê Nû 4, Komel 5, Hvepeymaniya Dadwerî û Demokrasiyê 6 û Yekgirtû jî di rêza 7. de cih digire.
Encamên hejmartina elektironîkî yên 12ê Hezîranê wiha bûn;
YNK: 262 hezar û 128
Goran: 149 hezar û 930
Nifşê Nû: 61 hezar û 638
Komel: 49 hezar û 343
PDK: 46 hezar û 567
Hevpeymaniya Dadwerî û Demokrasiyê: 44 hezar û 978
Yekgirtû: 29 hezar û 161
Parlamentoya Iraqê biryar dabû ku li seranserê welat sindoq hemû bên vekirin û deng bi dest bên hejmartin. Herwiha dengên welatiyên li derve û yên di kampan de û herwiha dengên Pêşmergeyên Kurdistanê hatibûn betalkirin.
Dadgeha Iraqê jî ew biryara Parlamentoyê ya betalkirina dengên Pêşmerge red kiribû û biryar dabû ku deng hemû ji nû ve bên hejmartin.
Basnews
