KERKÛK - Polîsên Iraqê 3 pêşmerge girtin û îşkence li wan kirin
Li gorî agahiyan, ew her sê pêşmerge di dema vegera bo Daqûqê de, rêya xwe şaş dikin û diçin nav sînorê devereke di bin kontrola hêzên Polîsê Federalî yê Iraqê de û ji aliyê wan hêzan ve bo dema 4 rojan tê girtin. Hêzên Polîsê Federalî yên Iraqê îşkenceyê li wan her 3 pêşmergeyan dikin û hewl didin, ku wan bi hebûna pêwndiya bi rêxistina DAIŞê re jî tohmetbar bikin û wan li gorî yasaya terorê dadgahî bikin.
Fermandeyê Siriye 2 li Fewca 3 ya Lîwaya 2 a Wezareta Pêşmerge, Neqîb Cemal Ebdurehman derbarê vê bûyerê de ji Rûdawê re got: “Ew her sê pêşmerge ji sala 2010an ve li cem me ne. Bi şaşî çûne nêzîkî baregehên Polîsê Federalî, ku pirs li wan kirine, gotine ku em pêşmerge ne û wan (hêzên iraqî) jî yekser ew desteser kirine.”
Cemal Ebdurehman got: “Me bi rêya fermandeyê lîwa û gelek kes û cihên din ve hewl da, ku wan pêşmergeyan azad bikin, lê belê ti sûdek nebû, mixabin ew her sê pêşmerge ji aliyê Polîsê Federalî ve hatibûn zîndanîkirin û îşkence li wan kiribûn, heta ku di roja 02-07-2018an de û piştî ku 3 şevan di destê hêzên iraqî de girtî man, hatin berdan.”
Ehmed Ebdullah Reşîd ku temenê wî 27 sal e, yek ji wan pêşmergeyan e. Ew li gel du pêşmergeyên din bi navê Husên Elî Behcet û mahîr Xelef Elî ji aliyê Polîsê Federalî ve hatibûn girtin.
Ehmed Ebdullah Reşîd derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û da xuyakirin: “Dema pênc rojan bû ku em li dewamê bûn, roja 30-06-2018 di dema vegera me de, piştî ku me sengerên pêşmerge ber bi Pirdê ve derbas kirin, em gihîştin cihekê ku Polîsê Federalî li wê derê bû, em hinekê çûn û me rê şaş kir û em ketin nava Polîsê Federalî. Rê li me girtin û pirs li me kirin, me jî got ku em pêşmerge ne û em dixwazin vegerin Daqûqê, lê belê me rê şaş kiriye. Pêwendî bi aliyê serveyî xwe kirin û efserekî ereb hat, pirsa navê fermandeyê me û wê siriyê kir, ku em li wir in, piştre got ku em bira ne û li vir ti kêşe ji we re dernakeve.”
Lê belê paşê Ehmed û herdu hevalên wî dikin nav otomobîleke serbazî û wan dibin Qeredereyê. Ehmed dibêje: “Li wê derê jî careke din pirs li me kirin û li mobaylên me û wêneyên di nav de nihêrîn. Ji wir jî me birin Kerkûkê û gotin, em dê sibe we azad bikin.”
Ehmed û heavlên wî çaverê bûn ku ew bihêne azadkirin, lê belê hin dem derbas nebû ku hatin girtin û îşkence li wan hat kirin. Li ser vê yekê jî Ehmed dibêje: “Gotin ku sibe em dê we azad bikin, lê belê wan derew li me kir, çimku ji wê rojê ve dest bi lêkolîn û îşkencekirina me kirin. Çar roj bi vî awayî reftar li gel me kirin, heta em bi wê yekê tohmetbar kirin, ku em DAIŞî ne, her çend ku nasnameya pêşmergetiyê bi me re bû.”
Ew cihê ku Ehmed û hevalên wê yên pêşmerge lê hatibûn girtin, zîndaneke fermî nebû, belku mizgevtek bû.
Pêşmerge, Ehmed Ebdullah Reşîd dide zanîn: “Di jiyana xwe de, min zîndan nedîtibû, ew cihê ku em lê hatibûn girtin, mizgevt bû lê kiribûn zîndan. Xwarin tenê têra wê didane me ku em ji birça nemirin. Bi çar kesan, tenê nanek didane me. Li vê zîndanê 26 kes girtî bûn, ku yek ji wan kesekî ser bi Heşda Şeibî bû. Yên din jî bi tohmeta endamîtiya DAIŞê hatibûn girtin. Reftareke gelek xirab ligel me dikirin, heta hinek ji girtiyan dema ku nimêj dikirin, nimêja wan qut dikirin û ew dibirin bo lêkolînê, ew yek di demekê de bû ku beşek ji polîsê wê derê bi xwe jî nimêjker bûn.”
Ehmed behsa şêwaza îşkencekirina li wê zîndana Polîsê Federalî dike û dibêje: “Rojane bi kablo û sondeyan li me didan, elektrîk li bedena me dixistin, digotin, gerek hûn bêjin ku em DAIŞî ne, lê belê me her digot, ku em jî weke we rûbirûyê DAIŞê bûne, dema ku me ew digot, wan zêdetir îşkence li me dikir, heta wan bo dema 16 saetan, ez û pêşmergeyekî din bi dest û çavên girtî îşkence kirin. Reftareke gelek hovane li gel me dikirin.”
Bi gotina Ehmed, hêzên iraqî xwastine ku wan bi tohmeta endambûna di DAIŞê de dadgehî bikin û wan ceza bikin. Ew dibêje: “Em birin bo dadgehê û li ser dosyayên me nivîsîbûn, DAIŞî ne. Li cihekî din jî nivîsîbûn ser bi rêxistina Elqaîdeyê ve ne, herwiha di dosyayê de gotibûn ku ew PKKyî ne. Di demekê de ku em pêşmerge bûn û nasnameya pêşmegetiyê bi me re bû.”
Ew her sê pêşmerge piştî 4 rojan girtin û îşkencekirinê û reftara xirab a hêzên iraqî, hatin berdan.
Derbarê çawaniya berdana wan de, Ehmed wiha dide zanîn: “Li derve gelek hewl jibo berdana me hatibûn dan. Cara herî dawî di roja 02-07-2018an de Polîsê Federalî bi biryara dadwerekî ve ku xelkê Daqûqê ye, bi kefalet em berdan, lê belê hêş nasnameyên me yên pêşmergetiyê û mobaylên me li cem wan mane.”
Rudaw
