• Tuesday, 17 February 2026
logo

Yekgirtû dixwaza hilweşandina posta Serokatiya Herêma Kurdistanê dike

Yekgirtû dixwaza hilweşandina posta Serokatiya Herêma Kurdistanê dike
Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî li Parlamentoya Kurdistanê Behzad Zêbarî ragihand, ku yan divê 30ê Îlonê hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê jî were kirin an jî ev post nemîne.



Parlamentoya Kurdistanê îro civiya û di rûniştinê de li ser mijarên weke projeyasaya sererastkirina peymangeha dadwerî, cemidandina dezgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê, tê gotûbêjkirin.



Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî Behzad Zêbarî di civîneke çapemeniyê de ragihand, ku pêwîst dikir ji sala 2007ê ve Herêma Kurdistanê xwediyê destûreke mayînde biba û sîstema parlamenteriyê peyrew bikira lê ji ber kêşe û nakokiyên siyasî heta niha jî destûreke wiha nîne.



Zêbarî got: “Li gorî yasaya jimare 2 ya sala 2017 divêya hilbijartinên Serokatiya Herêmê jî li gel yên Parlamentoya Kurdistanê di 30ê Îlona îsal bihata kirin. Lê serokê hikûmetê rê neda vê yekê. Desthilatên Serokatiya Herêmê bi ser parlamento, encûmena wezîran û desthilata dadwerî de hatine parvekirin.”



Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî da xuyakirin: “Niha derbarê vê mijarê de 2 proje hatine parlamentoyê. Yek ji wan daxwaz dike ev post nemîne. Bi nêrîna me jî ev mijar bûye çavkaniya nakokî û pirsgirêkan di navbera aliyan de.”



Derbarê nêrîna partiya xwe de Behzad Zêbarî got: “Rewşa Kurdistanê ji aliyê siyasî, ewlekarî û aborî ve dest nade ev pirsgirêk were paşxistin. Em li ber du bijardeyan in; yan divê 30ê Îlonê hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê jî were kirin an jî ev post nemîne.”

Rudaw
Top