• Tuesday, 17 February 2026
logo

PDK û YNK rêkeftineke nû pêktînin!

PDK û YNK rêkeftineke nû pêktînin!
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryar dan, li ser pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bi hev re bin, li Bexdayê hevdu piştguh nekin, lê li ser erka serokkomar û erka parêzgarê Kerkûkê li hev nekirine.

Endamê Rêveberiya PDKê Ehmed Kanî, rewşa niha ya Iraqê wiha dixwaze ku ew û YNKê bi hev re bin û reng e li ser dabeşkirina erk an rêkeftineke nû bikin.

Ehmed Kanî ji K24ê re got: “Pêkvebûna PDK û YNKê babeteke cewherî ye. Li ser babeta erk, divê li raboriyê binêrin, erka serokomar divê di berjewendiyê gelê Kurdistanê de be.”

YNK nebûna parêzgarekî Kurd bo Kerkûkê dixe stûyê PDKê û dibêje, PDK ji bo danana parêzgarekî li wî bajarî re rêgir bû. YNK derbarê erka serokkomar jî dibêje, ya girîng ew e ku ew post bo Kurd be.

Endamê Rêveberiya YNKê Arêz Ebdula ji K24ê re got: “Ti pêwendî di navbera erka parêzgarê Kerkûkê û serokkomar de nîn e. Parêzgarê Kerkûkê pişka YNKê bû, lê niha kesekî din li şûnê hatiye danîn, divê PDKê nermî nîşan daba ji bo Kurd biba parêzgarê Kerkûkê. Ji bo erka serokkomar jî, em wek YNKê daxwaz dikin ku ew erk para Kurd be. Pêwîstiya Kurd jî bi rêkeftinê heye, bi taybet di navbera YNK û PDKê de. Dilniya ne ku rêkeftin pêk tê.”

Basnews
Top