• Tuesday, 17 February 2026
logo

Firokeyên şer 28 pêgehên PKKê bombebaran kirin

Firokeyên şer 28 pêgehên PKKê bombebaran kirin
Hate ragihandin, ku firokeyên şer ên Tirkiyê li herêmên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyan, Xakûrkê, Gare û Qendîlê 28 pêgehên PKKê bombebaran kirine.



Li gorî nûçeyên medyaya Tirkiyê, firokeyên şer şeva derbasbûyî 28 pêgehên PKKê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê dane ber bombeyan.



Tê gotin, ku 5 jê li Qendîlê, bi giştî 28 pêgehên li herêmên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyan, Xakûrkê û Gareyê bûne amanc.



Medyaya Tirkiyê radigihîne bombebaranê 2 demjimêran berdewam kiriye.



Ji aliyê din ve medyaya nêzîkî PKKê jî ev operasyona esmanî piştrast kir û ragihand, ku firokeyên şer li derdora gundê Bêpalanî û Dola Baleyan ên Qendîlê bombebaran kirine.



Bi taybetî piştî têkçûna “Pêvajoya Aştî” ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê artêşa Tirkiyê bombebran û operasyonên xwe yên li nav axa Başûrê Kurdistanê zêdetir kirine.

Rudaw
Top