• Wednesday, 25 February 2026
logo

Hevpeymaniya Navdewletî: Ti hêzeke me ya şerker li Iraqê nemaye

Gulan Media December 27, 2021 Nûçe
Hevpeymaniya Navdewletî: Ti hêzeke me ya şerker li Iraqê nemaye

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê tekez dike, ji 9ê vê mehê ve ti hêzeke şerker ya Hevpeymanan û Amerîka li Iraqê nemaye.

Hevpeymaniya Navdewletî di daxuyaniyekê de ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê “INA.IQ” re ragihand, ji 9ê vê mehê ve ti hêzeke şerker ya Hevpeymanan û Amerîka li Iraqê nemaye.

Hevpeymaniya Navdewletî got jî: “Em li pêş plansaziyê bûn û me soz û pabendbûnên xwe yên li gor rêkeftina stratekîk a Amerîka - Iraqê de, bi cih anîn”

Herwiha got: “Me karî zû erkên hêzên şerker bi dawî bikira, ew jî bi saya pêşkeftinên mezin ên hêzên ewlehê yên Iraqê û Pêşmerge li dijî terorîstên DAIŞê pêk anîne.”

Tekez kir jî, ji bo hêzên mayî yên Amerîka û Hevpeymanan li Iraqê, erkê wan ê sereke di warê pêşkêşkirina şêwirmendî, alîkarî û piştevaniya hêzên ewlehiyên di rûbirûbûna DAIŞê de berdewam dibe.

Tîrmeha borî di gera çarem a diyaloga stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de, Serokê Amerîka Joe Biden ragihand, Amerîka erkê hêzên xwe yên şerker li Iraqê bi dawiya îsal re bi dawî dike.

 

K24

Top