Arif Ruşdî: PDKê bi fermî daxwaz kiriye hilbijartinên Kurdistanê di dema xwe de bê kirin
Şêwirmendê polîtburoya PDKê dibêje, wan bi fermî daxwaz kirine hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di dema xwe de bê kirin.
Şêwirmendê polîtburoya PDKê, Arif Ruşdî ji BasNewsê re got, piştî ku encamp û giliyên li ser hilbijartinên Iraqê ji aliyê dadgeha federal ya Iraqê ve hatin pesendkirin û çareserkirin, hevdîtinên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dê germtir bin û şandin din dê serdana Serok Barzanî û PDKê bikin.
Arif Ruşdî her wiha got, PDKê bi fermî daxwaz kiriye hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di dema xwe de bê kirin. Em hêvîdar in wisa bibe û hilbijartin neyê paşxistin.
Şêwirmendê polîtburoya PDKê anî ziman jî, ew hez dikin aliyên Kurdistanî li ser aktîfkirina komîsyona hilbijartinan ya Kurdistanê li hev bikin û got, em wek PDK ji hilbijartinan natirsin û amade ne.
Basnews
