• Wednesday, 25 February 2026
logo

Di salekê de 11 hezar kes hatine girtin

Gulan Media December 20, 2021 Nûçe
Di salekê de 11 hezar kes hatine girtin

Mîsan û Besre du parêzgehin ku têde herî zêde ev made tên bikaranîn.
Jiber bikar anîna madeyên hişber li Îraqê hatine girtin.

Birêveberatiya nehêştina madeyên hişber ya Îraqê ragihand ku operasiyonên wan li dijî madeyên hişber, bazirganên madeyên hişber û kesên wan madeyan bikar tînin berdewamin.

Li gor daxuyaniya vê berêveberatiyê di nava salekê de, li Îraqê bi giştî 11 hezar kes jiber bikar anîna madeyên hişber hatine girtin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku piraniya girtiyan, bazirganên madeyên hişberin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku bikar anîn û bazirganî kirin bi madeyên hişber li her du parêzgehên Misan û Besre di rêza yekem deye û temena kesên ku wan madeyan bikar tînin di navbera 15 heta 25 saliye.

Top