• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Stenbolê atolyeyeke hunerê bi cudahiya xwe balê dikşîne

Gulan Media December 5, 2021 Hunerî
Li Stenbolê atolyeyeke hunerê bi cudahiya xwe balê dikşîne

Li Tirkiyê cara ewil e perwerdeya hemû beşên huner û muzîkê di bin baneke de tên dayîn. Atolyeya hunerê ya bi navê Bersezê ku li Stenbolê ye atolyeyeke pir rengî, pir dengî û pir zimanî ye.

Li wê atolyeyê di 29 beşên hunerê de perwerdehî tên dayîn. Erê navê vê derê febrîqa ye, lê ev der ne fabrikayeke ji rêzê ye, lewra ev der fabrîkaya hunerê ye. Atolyeya hunerê ya bi navê Bersezê ku li navçeya Bakırkoya Stenbolê ye atolyeyeke pir rengî, pir dengî û pir zimanî ye.

Xwediyê atolyeyê jî hunermendê Kurd Mustafa Sezgin e. Tişta ku vê atolyeyê ji atolyeyên din cihê dike ev e ku li vê atolyeyê du projeyên berpirsyariya civakî ji bo jinan belaş tê dayîn. Li wê atolyeya rengîn ji bo jinan perwerdeya perkusyonê tê dayîn. Her wiha li vê atolyeyê koroya Kurdî jî hatiye damezrandin.

Li vê atolyeya ku bêhna hunerê jê difûre; ji perwerdeya gelek amûrên muzîkê bigrin heta perwerdeya beşên dans, govend, werzîş û hunerên dîtbarî bi giştî di 29 beşên hunerê de perwerdehî tên dayîn.

Xwediyê vê proje û atolyeya pir rengî, hunermendê Kurd Mustafa Sezgin beriya 2 salan dest bi vê projeya xwe ya ku xewn û xeyalê wî yê zarokatiyê bûye kiriye.

Hunermend û Xwediyê Atolyeya Bersezê Mustafa Sezgin wiha behs xwe dike: “Ez Mistefa Sezgin, hunermend im. Him stranên Kurdî him jî stranên bi Tirkî dibêjim. Ez ji Sêrtê hatime dinyayê. Bavê min ji Bedlîsê ye, dayika min jî ji Misirca Sêrtê ye. Ez li Stenbolê dijîm.”

Di vê atolyeyê de li gel perwerdeyên biheq, hin perwerdehî di çarçoveya projeya berpirsyariya civakî de belaş tên dayîn.

Hunermend Sezgîn diyar kir, bi vê projeyê armanca wan ew e ku em deriyê hunerê ji bo herkesî vekin û wiha pê de çû: “Fabrîkaya Bersezê me beriya du salan ava kir. Lê dema me dest bi kar kir piştî wê bi du mehan corona dest pê kir. Ji ber pandemiyê me 8 meh atolyeya xwe girt. Bû meheke ku me atolyeya xwe jinûve vekir. Niha xebatên me baş e û hemû li ser hunerê ye. Me ji vir re got fabrika. Lewra me got bila hunermendê her branşê karibe li vir hunera xwe pêşkêş bike. Li ser dans, lîstikvanî, muzîk, spor, yoga perwerdeyên me hene. Em jî dixwazin li vir her tiştî çêkin. Her wiha gelek projeyên me yên berpirsyariya civakî jî hene. Ji bo beşdaran em pere naxwazin. Em bes ji bo hunerê vê yekê dikin. Di koroya me de bi Kurmancî, Zazakî û Tirkî stran tên gotin. Li Stenbolê ji xeynî me ciheke wiha tune ye. Tenê li ba me heye. Kesên tên koroyê jî gelek kêfxweş dibin.”

Di çarçoveya projeya berpirsyariya civakî de derdora 150 kes ku piraniya wan jin in, bi maweya 9 mehî beşdarî perwerdeyên perkusyon û koroya Kurdî dibin. 

Mamosteyê Perkusyonê Nail Aksoy jî got: “Ez mamostetiya perkusyonê dikim. Niha li vê derê di çarçoveya berpirsyariya civakî de dersen perkusyonê didim jinan. Ez li gel karê xwe yê profesyoneliyê piştgirî didim projeyên bi vî rengî. Ji xeynî vê ez bi zarokên astengdar re jî kar dikim.”

Evrim Nikbaya ku ji bajarê Qersê ye û dayika 3 zarokan e her hefte rojên yekşemê bi kelecaneke mezin diçe atolyeyê ji bo ku beşdarî kursên berpirsyariya civakî bibe.

Kursiyer Evrim Nikbay jî dibêje: “Ez ji dema dibistanê ve ji koroyan pir hez dikim. Ez gelek hez ji klamên dengbêjiyê dikim. Her wiha ez sazê jî lê dixim. Lawê min bihîst ku li vir koroya Kurmancî heye, bêyî ku haya min pêxe serî lê da. Min jî got temam ez ê herim. Ez jî hatim vir, jixwe em di hesretiya Kurmancî de ne. Tirkî jixwe dibêjin û xeber didin. Lê Kurmancî tune ye. Xwedê ji Mustafa Xoce razî be bi Kurmancî firset da me. Em jî li vir stranan dibêjin bi hev re. Dengbêjî bigre heta stran û klamên din. Em giş xwişk û bira ne li vir.”

Kursiyer roja perwerdeya perkusyon û koroya Kurdî ji xwe re wek roja bêhnvedan û dilxweşiyê dibînin û bi kêf û eşq wextê xwe derbas dikin.

Kursiyer Fatma Petek jî wiha axivî: “Ez li ser sosyal medyayê rastê kursa Bersezê hatim. Jixwe berê jî ez bi erbane re mijûl bûm. Meyla min zêdetir li ser amûrên postî ye. Min jî vê fersendê bikar anî û min xwe qeyd kir. Ji ber ku bi taybetî ji bo jinan bû jî ez bi dilrihetî hatim.”

Kursiyer Suna Aydin jî got: “Xirecira Stenbolê me dixe nav stres û bêhntengiyeke mezin. Lê ez bi saya muzîkê dilê xwe fireh dikim. Ji loma jî ez ji kursa perkusyon û koroyê pir hez dikim.”

Li atolyeya hunerê ya Bersezê ku di sala 2020an da hatiye damezrandin 50 mamoste û xebatkar xizmeta huner û muzîkê dikin. Niha endamên koroya Kurdî û Tirkî ya Bersezê xeamadehî dikin ku piştî perwerdeyê li Stenbol û deverên din derkevin ser sehnê û hunerên xwe peşkeş bikin.

 

Rudaw

Top