Li Rihayê ciwanê 17 salî hat kuştin
Li navçeya Eyûbiyê ser bi parêzgeha Rihayê, ciwanê 17 salî li nav kolanê hat kuştin.
Li navçeya Eyûbiyê, li taxa Eyup Nebî, ciwanê 17 salî bi navê Muslum Tacir dema li kolanê dimeşiya rûbirûyê êrîşa çekdarî bû.
Di encama êrîşê de Muslum Tacir bi giranî birîndar bû û bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê hat veguhestin. Lê teve midaxeleya li nexweşxaneyê Tacir canê xwe ji dest da.
Polîs, bi îdiaya Muslum Tacir kuştine, kesên bi navê Omer K. û kurê wî Ferhat K. desteserkirin.
Rudaw
