• Thursday, 26 February 2026
logo

Tevî hemû hewlan tundiyên li ser jinan bi dawî nayên

Gulan Media November 26, 2021 Civakî
Tevî hemû hewlan tundiyên li ser jinan bi dawî nayên

Roja 25ê Mijadarê Roja Nehiştina Tundûtûjiya Dijî Jinan e, lê li gor rapora Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Amedê ya ku ji boneya 25 mijdarê hat eşkerekirin de di deh mehên dawîn ên sala  2021an de tene li bajarên Bakûrê Kurdistanê 67 jin hatine kuştin  û 19 jinan jî xwe kuştine.

Saziyên pêwendîdar ên bi mafê jinan yek bi yek bi boneya Roja Nehiştina Tundûtûjiya Dijî Jinan raporan xwe eşkere dikin.

Li gor rapora Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Amedê di mehên dawî de li bajarên Bakûrê Kurdistanê 67 jin hatine kuştin ku li ser kuştina 37 jinann guman heye û herwiha 19 jinan jî întîxar kirine. Li gor di raporan de eşekere dibe jî jin herî zede ji alîyên mêrên xwe ve tên kuştîn, li gel wê ji alîyên hizkirîyên xwe û bav û birayên xwe ve tên kuştin. Sazîyên civakî yek ji sedema zêdebûna rêjeya kuştina jinan vekîşina ji peymana stenbolê didin nişan.

Nerîman Dînçkan jî yek ji wan jinan e ku çîroka wê ya rastlêhatina tundiyê hêj di zarokatiya wê de ji malbatê destpê kirîye. Ew niha weke endamê Komeleya Mafê Mirovan ji bo parastina mafê jinan berdewam têkoşînek didomîne.

Endamê Komeleya Mafê Mîrovan Nerîman Dînçkan Yilmaz dibêje: “Zaroktî û keçiktî pir zehmet bû li vê heremê. Ez wek gelek jinên vê cografyayê ji ber ku jin bûm, ji ber ku keçbûm ez jî rastî cûdahîyê hatim.”

Li Tirkiyê û bajarê Kurdan tevî hemû hewlan tundiya li ser jinan bi dawî nayên, saziyên pêwendîdar ên jinan jî di derbarê zêdebûna rêjeya tundîya li ser jinan de bale dikşînin ser betalkirina peymana Stenbolê.

Kordînatora Navenda Mafê jinan a Baroya Amedê Hatîce Demîr jî got: “Tundiya li ser jinên ji ber newekhevîbûna civakî ye, sedema herî mezin ev e. Weke din jî di dadwerîyê de polîtîkayên bê cezabûnê ne.”

Peymana Stenbolê peymanek navnetewî bû û îmzeya 20 dewletên ku endamên Konseya Ewropayê ne lê hebûn. Tirkiyê jî 2012an alîgiriya xwe ji bo peymanê pesend kiribû û peyman di 2014an de li Tirkiyê jî ketibû merîyetê lê tevî niqaş û gotûbêjin dûr û dirêj Tirkiye bi hinceta ku ev peyman zirar dide yekîtiya malbatî di Adara 2021an de bi biryarnameya Serokkomariyê ji peymanê vekişiya bû.

Endamê Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî jî got: “Çimkî Serokkomarê Tirkiyê bi yek biryarek peymana Stenbolê betal kir, hewceye ku dadgeha sêwrê biryara di derbarê peymana Stenbolê de hatîye dayîn betal bikin. Li Tirkiyê meseleya herî girîng ev e.”

Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji 1 çileya 2021an heta 15 Mijdara 2021an li tevahîya Tirkiyê 251 jin hatine kuştin. Di tevahiya sala 2020an de hejmara jinên ku hatibûn qetilkirin 268 kesbûn. Wate tundiya li dijî jinan li gor par bi rêjeyek diyar zêdebûne.

 

Rudaw

Top