Yekîtî li Kerkûkê bêdengiyê dişkîne
Elmas Fadil diyar kir, ku di dema dwaî de, beşek ji hêzên emnî yên Iraqî li Kerkûkê, karên nerewa beramberî welatiyên Kerkûkê dikin, bi sedema teqekirina hêzên emnî li ser xelkê wî bajarî, zarokek li Kerkûkê şehîd bû, herwiha jinek li navçeya Şoraw şehîd bû, ji bilî wan kiryaran, di çûn û hatina xelkê ji bo derveyî Kerkûkê astengiyan çêdikin".
Herwisa tekez kir, ku "Hêzên emnî nikarin xelkê Kerkûkê biparêzin û rewşê kontrol bikin, çekdarên DAIŞê bidilê xwe tên navçeyê, xelk digirin û dikujin".
Navhatî got jî: "Ji bo asayikirina rewşa Kerkûkê, divê odeyeke operasyonên hevbeş were pêkanîn û Pêşmerge û Asayiş têde beşdar bin".
k24
