• Sunday, 17 May 2026
logo

Şêx Şamo: Partiyên din ji kerba PDKê dijberiya êzîdiyan dikin!

Şêx Şamo: Partiyên din ji kerba PDKê dijberiya êzîdiyan dikin!
Parlamenterekî êzîdî dibêje, ji ber ku piraniya êzîdiyan li ser PDKê tên hesibandin, partiyên din yên siyasî li dijî mafên êzîdiyan in û naxwazin êzîdî bibin xwedan kursî li parlamentoya Kurdistanê.

Parlamenterê êzîdî yê Kurdistanê û serokê desteya bingeha Laliş, Şêx Şamo ji BasNewsê re got, em kurdên êzîdî dixwazin bibin xwedan kursiya xwe li parlamentoya Kurdistanê. PDK piştevaniya vê daxwaza me dike ji ber wê jî firaksyona PDKê pirojeyek pêşkêşî serokatiya parlamentoya Kurdistanê kiriye da ku êzîdî bibin xwedan kursiya xwe.

Şêx Şamo her wiha got, lê niha navê partî û qewareyan bo hilbijartinên Kurdistanê hatine tomarkirin. Ji ber wê jî dereng bûye û divê lez were kirin. Eger wisa nebe ez bawer nakim pirojeya me were pesendkirin.

Wî mezin êzîdiyan da zanîn ku dengên êzîdiyan li parêzgeha Duhokê têra wê hindê nake ku bibin xwedan kursiyekê û got, ji ber ku êzîdî li ser PDKê tên hesibandin partiyên din ji ber dijberiya PDKê dijberiya êzîdiyan jî dikin.

Bi nêrîna Şêx Şamo, her gava Başîk, Behzan û Şingal vegeriyan ser Herêma Kurdistanê wê çaxê pêwîstiya êzîdiyan bi kursiya kota nîne û got, ji ber wê demê dengên êzîdî têra çend kursiyan jî dike ne tenê kursiyekê.

Basnews
Top