Polîsê Silêmaniyê: Yên ku êrişî hêzên asayişê kirin ne xwendekar bûn
Li Slêmaniyê di dema xwepeşandana xwendekaren zaningehe da erişi hezen ewlehiye hat kirin. Rêveberiya polîsê Silêmaniyê ragihand ku kesên êrişî hêzên ewlehiyê kirine ne xwendekar in û ev yek bi hatiye belgekirin.
Xwendekarên zanîngehên Silêmaniyê û navçeyên wê daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku bursên ku ji bo temamkirina xwendina xwe ji wan re tê dayîn, zêde bike.
Bi vê armancê 2 roj in xwendekarên Enstîtuya Teknîkî ya Zanîngeha Silêmaniyê çalakiyan li dar dixin. Xwendekarên ki li ber avahiya zanîngehê kom bûn, daxwaz dikin ku şert û mercên li avahiyên razanê bên başkirin.
Di çalakiya îro de xwendekarên ketin avahiya zanîngehê hin camên avahiyê şikandin.
Rudaw
