Li Sêrtê teqîn: Leşkerek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn
Li gor medya Tirkiyê, li derdora gundê Dagdoşu yê navçeya Dihê ya Sêrtê di dema derbasbûna otomobîla leşkerî de mayîneke ku berê hatiye danîn teqiya ye û di encam de yek jê giran 3 leşkerên pispor birîndar bûne.
Li gor agahiyan, leşkerên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê, lê ligel hemû midaxeleyan leşkerê birîna wî giran canê xwe ji dest daye û dermankirina herdu leşkerên din jî berdewam e.
Hat ragihandin ku piştî bûyerê li deverê operasyoneke berfireh a leşkerî hatiye destpêkirin.
Rudaw
