Hunermendekî kurd bû baştirîn hunermendê Îranî
Hunermendê kurd Cemşîd, ku xelkê bajarê Sine yê Kurdistana Rojhilat e, di festîvala almanî ya bi navê “The Date Bama Music Awards” de xelata baştirîn hunermendê Îranî stand.
Cemşîd, bixwe ev nûçe li ser rûpela xwe ya înstagramê belav kiriye û gotiye, standina vê xelatê, bare min girantir dike û divê ez zêdetir bixebitim.
Cemşîd, li bajarê Sine ji dayîk bûye û heta niha 5 albom derxistiye. Gelek vîdyo-klîb bi zimanên kurdî û farsî çêkiriye, li Herêma Kurdistanê jî konsêrt daye. Cemşîd li Amerîka dijî.
Di festîvala îsal a The Date Bama Music Awards de 30 hunermendên cîhanê beşdar bibûn.
Basnews
