Li Kerkûkê zilamek ji aliyê hevjîna xwe ve hat kuştin
Li bajarê Kerkûkê zilamek ji aliyê hevjîna xwe ve hat kuştin.
Berpirsê polîsê taxa Domîz ya Kerkûkê, Yûsif Salih ji BasNewsê re got, duhî li taxa Musella ya bajarê Kerkûkê zilamekî kurd ji aliyê hevjîna xwe ve, ku ereb e, hat kuştin.
Wî efserê polîs da zanîn jî, wê jinê kêrek li singê zilamê xwe dabû û kuştibû.
Li gorî agahiyên polîs, ew jina han hatiye girtin û di lêpirsînê de ye.
Li gorî agahiyên BasNewsê, ew zilamê ku hatiye kuştin navê wî Letîf Nasîh e û pêşmergeyê YNKê bûye.
Basnews
