• Thursday, 26 February 2026
logo

Iraq: Piraniya koçberên ser sînorê Belarusê Kurd in

Gulan Media November 12, 2021 Nûçe
Iraq: Piraniya koçberên ser sînorê Belarusê Kurd in

Birîkarê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ji Rûdawê re ragihand ku piraniya wan koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê asê mane, welatiyên Herêma Kurdistanê ne.

Kerîm Nûrî, Birîkarê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê şeva Pêncşemê 11ê Mijdarê beşdarî di bultena nûçeyan a demjimêr 21:00an a Rûdaw TV kir û derbarê krîza koçberan a li ser sînorê Belarus û Polandayê axivî.

Kerîm Nûrî ragihand ku heta niha hejmara rasteqîne ya koçberan li ber destê wan nîne û diyar kir ku beşek ji koçberan dikakrin ji sînor derbas bibin, lê beşek ji wan vedgerin.

Bi gotina Nûrî, tevahiya koçberên li ser sînorê Belarus-Polandayê niha di nava daristanan de kom bûne û diyar kir, ew pêşbînî dikin hejmara koçberan ji 3 heta 4 hezar kesan be.

Birîkarê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê amaje bi wê yekê dike, ku zêdetrî %80 ji koçberên ku li ser sînorên di navbera Belarus, Lîtwanya û Polandayê de asê mane, welatiyên Herêma Kurdistanê ne û beşeke din jî  Sûrî ne lê bi navê Iraqiyan xwe gihandine wan navçeyan. 

Wî rayedarê hikûmeta Iraqê destnîşan kir ku rewşa wan koçberan “gelekî xirab e”, keşûhewa gelekî sar bûye û piraniya wan jî nexweş ketine û rastî reftareke xirab ji aliyên pasevanên sînorî tên û bi tu awayî rê nadin ku ew derbasî nav sînorên Yekîtiya Ewropayê bibin.

Kerîm Nûrî got, “Şerekî sar û pirsgirêkek kûr di navbera Belarus û Yekîtiya Ewropayê de heye. Belarus karta koçberan bikar tîne jibo ku givaşê li Yekîtiya Ewropayê bike. Welatên Yekîtiya Ewropayê jî bi hemû awayî rê li çûna pêla nû ya koçberan digirin û wek gef bi nav dikin; lewra sînorên xwe gelek qahîm kirine û gefan li Belarusê dixwin. Polanda naxwaze li gel Yekîtiya Ewropayê tûşî pirsgirêkan bibe, lewra sînorê xwe girtiye û rê bi derbasbûna ti kesî nade.”

Li aliyekî din, Balyozê Iraqê yê li Rûsyayê ragihandiye, her kesek ji koçberan eger dixwaze bi îradeya xwe vegere Iraqê û Herêma Kurdistanê, ew dê navên wan tomar bikin û wan vegerînin.

 

Rudaw

Top