Li Meletiyê avahiyek hilweşiya
Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê avahiyek hilweşiya û piştî xebatên lêgerîn û rizgarikirinê 13 kes bi birîndarî ji bin kavilê avahiyê de hatin derxistin. Herwiha ji Çewlîge jî tîmekee 10 kesî ji AFAD û SARê bo Meletiyê hatin şandin.
Li caddeya Înonuyê ya li taxa Sitmapinara navçeya Yeşilyurta navendî avahiyeke 2 qatî ji ber sedemeke nediyar hilweşiya.
Di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de 13 kes bi birîndarê hatin derxistin.
Birîndarên ku hatin derxistin bi ambûlansan bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.
Şaredarê Battalgaziyê Osman Guder jî got, "Li gor îdiayên heye ku avahî ji ber nûkirina qata jêrîn hilweşiyaye."
Parêzgarê Meletiyê Aydin Baruş, piştrast kir ku heta niha 13 kes ji binê kavil hatine rizgarkirin û got; rewşa 3 kesan baş bûye û ji bo malên xwe hatine şandin û 2 kes jî di beşa çavdêriya hûr de tên dermankirin, lê xetereya jiyana wan tune ye.
Ji Çewlîgê tîmeke 10 kesî ji şandin Meletiyê
Piştî bûyera hilweşina avahiya li Meletiyê, ji Çewlîgî ekîbeke 10 kesî ji AFAD ligel Kulûba Çiyagerî Rûyê Bakur a SARê û Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê şandin herêmê.
Rêveberiya Parêzgariyê ya AFADê ji bo piştevaniya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, destbikar bû.
Ekîb dê di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ya di kavila vahiya rûxayî de cih bigire.
