• Thursday, 26 February 2026
logo

Almanya ji bo rê li ber penaberan bigre amade ye hêza piştevaniyê bişîne Polandayê

Gulan Media November 10, 2021 Nûçe
Almanya ji bo rê li ber penaberan bigre amade ye hêza piştevaniyê bişîne Polandayê

Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Horst Seehofer ragihand; Polanda û Almanya bi tena serê xwe nikarin rûbirûyî kêşeya penaberan bibin û divê Komîsyariya Ewropayê rê li ber hatina penaberan bigre.

Horst Seehofer ji Komîsyariya Ewropayê daxwaz kir ku sînorek ji bo penaberan û hatina wan ji Belarusê bo Polandayê deynin.

Polandayê gelek hêz şandine ser sînor
Horst Seehofer ji rojnameya Bild a Almanî re ragihandiye; divê Bruksel hewla çareserkirina vê kêşeyê bide û tenê bi yek du welatan nabe.

Wezîrê Navxwe yê Polandayê jî diyar kiriye ku divê alîkariya Polandayê were kirin, da ku sînorên xwe biparêze û ev erkê Yekîtiya Ewropayê ye ku rûbirûyî van kêşeyan bibe.

Beriya niha Berdevkê Hikûmeta Polandayê Piotr Muller ragihandibû: “Em ditirsin vê rewşa li sînorên me ku ligel pirsa penaberan duçar bûne, bibe rûbirûbûneke çekdarî.”

Koçber bi serma û birçîtiyê di rewşeke dijwar de ne
Meha borî 5000 penaber gihîştine Almanyayê û hikûmeta wî welatî ragihandbû ku divê asayîşa sînor were tundkirin û hêzên zêdetir ji bo deverên sînorî werin şandin.

 

K24

Top