Serokê dezgeha Lutke: Bila kes koçberbûna xelkê neke serhevda serê hikûmetê
Serokê dezgeha Lutke bo karûbarên aware û penaberan Arî Celal dibêje, koçberbûna genc û xortên Başûrê Kurdistanê bo derve tiştekî normal e û bila ti kes neke serhevda serê hikûmetê.
Ev çend roj in pêleka mezin ya koçber û awareyan li ser sînorê navbera Belarûs û Polanda kom bûye û dixwazin derbasî Polanda û welatên din yên Ewropa bibin. Beşek berçav ji wan kurd in, bi taybet kurdên Başûrê Kurdistanê.
Ji ber ku hikûmeta Polanda û berpirsên Ewropî naxwazin ew aware derbasî welatê wan bibin, li ser sînor rewşek tirajîk heye û li gorî dîmenên ku hatine belavkirin, ji ber serma û birçîbûnê jiyana gelek ji wan mirovan di metirsiyê de ye.
Li Herêma Kurdistanê jî ew mijar bûye rojeveka germ, hinek alî wê rewşê dikin serhevda serê hikûmetê û hikûmeta Kurdistanê bi wê yekê tohmetbar dikin ku qaşo hikûmet guh nade xelkê loma xelk û genc koçber dibin.
Serokê dezgeha Lutke bo karûbarên aware û penaberan, Arî Celal li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, li her derê cîhanê koçberî û penaberî heye. Eger li Iraq û Herêma Kurdistanê heta niha yek milyon kes koçber bibin li seranserî cîhanê derdora 60 milyon kes koçber bûne.
Arî Celal her wiha got, sebebên koçberî û penaberiyê gelek in. Hinek kes ji ber şer û aloziyan koçber dibin, hinek kes ji ber rewşa aborî û tiştên din koçber dibin. Ev koçberî dê heta hetayî jî hebe. Bi nêrîna min koçberbûna xelkê Kurdistanê jî tiştekî normal e.
Serokê dezgeha Lutke behsa wan alî û partiyan jî kir ku koçberbûna xelkê wek muzayede û serhevde bikar tînin û got, ti partiyek mafê wê yekê nîne vê mijarê bike serhevda serê hikûmetê yan jî partiyeka siyasî. Her partiyek bi qasî giraniya xwe li hember vê rewşê berpirsiyar e.
Arî Celal daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir hişyar bin û got, ji ber ku Ewropa behişt nîne da ku ew li wir kêf bikin û her tişt li ber destê wan hebe. Nexêr, wisa nîne. Welatên Ewropî roj bi roj paş dikevin û rewşa wan xirab dibe. Ji ber wê jî ew qasî nahîne tu rabî mala xwe milkên xwe bifroşî û berê xwe bidî Ewropa. Gelek kesan wisa kirine û niha li nav kampan de dijîn, vêca nikarin vegerin Kurdistanê jî.
Basnews
