Li dîroka Tirkîyê de ji sala 1923an ve 26 caran hilbijartin hatine pekanîn
1920ê jibo hukumet bê avakirin parlementer nehatin hilbijartin ji alîye damezrevanan ve hatin tayînkirin û hilbijartin li Tirkiyê piştî avakirina Komara Tirkîyê di sala 1923an de pêk hatîye ku di vî demî tenê Partiya Komarî ya Gel (CHP)ê hebû.
Di 4 hilbijartinên destpêkê de, CHPê bi tena xwe beşdar bûye jibo tu partiyek din ye sîyasî tune bû.
Hilbijartinên 1946ê yekem car bû ji bilî CHPê partiyên din beşdar bibûn û di hilbijartinên sala 1950an de desthilata 27 salî ya CHPê dawî hat û Partiya Demokrat bû desthilatdar piraniya kursiyên parlamentoyê dest xist. 1934ê mafe berbijerîye jibo jinan hat dayîn.
Di hilbijartinên 1954-1957an de careke din Partiya Demokrat ser ket û di herdu hilbijartinan de Partiya Demokrat bi rêjeyeke gelekî bilind piraniya kursiyên parlemanteran bidest xist. Wî demî her parlementereke 40 hezar deng satand û dibu parlementer.
Li gor zedêbuna hejmara dengdaran di sala 1950 yan de 487, di sala 1954ê de 542 u di sala 1957an de bibu 610. 1960ê kudeteya leşkerî çebû li Tirkîye.
Di Hilbijartinên 1961ê de cara yekemîn bi biryara hukumete hejmara parlementeran 450 hat qebulkirin. CHPê 173 û Partiya Wekhevî 158 kursî bidest xistin. Di hilbijartinên 1965an de Partiya Wekhevî 240 kursî dest xist.
Di Hilbijartinên 1969ê de Partiya Wekhevî piraniya kursiyan bidest xist. Di hilbijartinên 1973yê, CHPê bi rêjeyeke kêm serket û nikarîbû hikûmetê pêk bîne. Di hilbijartinên 1977ê de CHPê yekem bû di hukûmeta hevpeymaniyê pêk anî. Di demê kudeteya 1980yan de hejmara parlementeran 50 hat kemkirin û bu 400. Piştî ve ev biryar hat betalkirin û dîsa hejmara parlementeran bû 450. CHPê piştî kudeteya sala 1980 ku bendên destûr jî hatibun guhertin û di hilbijartinên 1983yê piraniya kursiyan bidest xist.
Di hilbijartinên 1987an de Partiya Maka welat (ANAP) ya bi serokayetiya Turgut Ozal bû 1êm û bi tenê hukûmet pêk anî. Di hilbijartinên 1999ê de Partiya Rêya Rast (DYP)ê bû yekem û hukûmeta hevpeymanî pêk anî.
Di hilbijartinên 1996ê de hejmara kursiyên parlemanan bûn 550 kursî, Partiya Refah bû yekem û wê jî hikûmeta hevpeymaniyê pêk anî. Êdî heta hatina Partîya Dad û Geşepedane (AKP)ê hukûmetên hevpeymaniyê hatin pêkanîn. Di hilbijartinên 1999ê de Partiya Çep a Demokrat (DSP) yekem bû.
Di hilbijartinên 2002-2007-2011ê de AK Partî bûye yekem bi tena serê xwe hikûmet ava kirine.
Di hilbijartinên 7ê hezaîran 2015ê de AK Partî bû yekem lê ji ber bû bi tena serê xwe nekarî hikûmeta ava bike di 1ê mijdara heman salê de hilbijartin hatin dubarekirin û AK Partiyê bi tena serê xwe hikûmet ava kir.
Li ser biryara hukumete hejmara parlementeran bû 600.
Waar.tv
