• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Akrê jin û zilamek hatin kuştin

Gulan Media November 7, 2021 Civakî
Li Akrê jin û zilamek hatin kuştin

Li taxa Golan a navçeya Akrê li Duhokê jinek û zilamek hatin kuştin. Çavkaniyek ji polîsên Akrê ev bûyer piştrast kir û got sedem pirsgirêkeke civakî bûye.

Bûyera kuştina jinek û zilamekî li navçeya Akrê îro Şemiyê 6ê Mijdara 2021ê seat derdorê 22.00 rû daye.

Derbarê bûyerê de jêderekî polîsê Akrê ji Rûdawê ragihand, ku bûyer rast e, û zilamek û jinek bi guleyan hatine kuştin û bûyer li ser pirsgireke civakî pêk hatiye.

Heman çavkaniyê ku nexwest navê xwe eşkere bike, da xuyakirin ku ew nikarin der barê bûyerê de hîn bêhtir agahiyan bidin "ji ber pirsgirêka malbatî" bûye.

Polîs û hêzên din ên ewlekariyê li cihê bûyerê ne û dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirine.

 

Rudaw

Top