• Thursday, 26 February 2026
logo

Hikûmeta Iraqê lijneyek ji bo lêkolîna aloziyên li Bexdayê pêk tîne

Gulan Media November 6, 2021 Nûçe
Hikûmeta Iraqê lijneyek ji bo lêkolîna aloziyên li Bexdayê pêk tîne

Hikûmeta Iraqê lijneyek ji bo lêkolîna aloziyên li ber Devera Kesk a Bexdayê pêk tîne, ku ji ber pevçûnên di navbera alîgirên Heşda Şeibî û hêzên ewlehiyê de rûdan, hejmarek kes birîndar bûn.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biryar da, lijneyeke bilind ji bo lêkolîna derketina aloziyan li ber Devera Kesk a Bexdayê were pêkanîn, ku Heşda Şeibî jî tê de endam be û kesên ziyandîtî jî werin qerebûkirin.

Li aliyê din, Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê bi daxuyaniyekê daxwaza arambûna hemû aliyan û rêzgirtina li mafên xwepêşandana aştiyane kir.

Li gor amarên herî dawî yên qurbaniyên xwepêşandanê, kesek hat kuştin û 346 kes jî birîndar bûn, ku ji wan 275 kes ji hêzên ewlehiyê û 71 kes ji xwepêşanderan in û birînên hinek kesan giran in.

 

K24

Top