• Thursday, 26 February 2026
logo

Rojhilat – Li gundekî Makû zilamekî hevjîna xwe ya ducanî şewitand!

Gulan Media November 1, 2021 Civakî
Rojhilat – Li gundekî Makû zilamekî hevjîna xwe ya ducanî şewitand!

 Li gundekî bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê zilamekî agir berda hevjîna xwe ya ducanî û şewitand!

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehandiye, çend roj berê jineka kurd bi navê Fatime Resûlî ku ji ber şewatê li yek ji nexweşxaneyên bajarê Ormiyê hatibû razandin, canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, Fatime Resûlî xelka gundê Qurîşkak yê bajarê Makû bû ku ji aliyê zilamê xwe ve hatibû şewitandin.

Tê gotin, dema zilamê wê jinka kurd ku ducanî bûye, dizane zaroka nav zikê jinkê keç e, dest û piyên wê girêdide û dişewitîne!

Ew jinik dayka 5 keçan bûye û zilamê wê li bendê bûye vê carê kurekî jê re bîne lê dîsa jî keçik bûye, ji ber wê jî zilamê dîn bûye û şewitandiye!

 

 

Basnews

Top